Di nobeta li dijî qeyûm de Denîz Poyraz hate bîranîn 2024-06-17 22:14:48 NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên nobetê yên li dijî tayînkirina qeyûmê Şaredariya Colemêrgê de Denîz Poyraz hate bîranîn.   Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûmê Şaredariya Colemêrgê tên lidarxistin berdewam dikin. Îro jî çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Akdenîzê dom kir. Hevşaredarên Akdenîzê Nûriye Aslan û Hoşyar Sariyildiz bi kesên tev li nobetê bûne re cejnê pîroz kirin. Tevî Parlamenterê Mêrsînê Alî Bozan gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Qeyûm li dijî îradeya gel xesp e. Darbeya li demokrasiyê hatiye xistin e” hate vekirin.   POYRAZ HATE BÎRANÎN: EM KUJERAN NAS DIKIN   Denîz Poyraz a di avahiyê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de, di 17’ê hezîrana 2021’an de encama êrişa çekdarî hatiye kuştin, di 3’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hate bîranîn. Dovîzên wêneyên Denîz Poyrazê li ser û nivîsa “Rêheval Denîz nemir e” lê hatine nivîsîn, hatin hilgirtin û gelek caran diruşmên “Jin, jiyan azadî” û “Denîz Poyraz nemir e.” hatin berzkirin.   Hevseroka DEM Partiya Mêrsînê Bedriye Kûş da zanîn ku faîlê Poyrazê di heman demê de desthilat bi xwe ye û wiha got: “Em kujeran nas dikin, hesabê dipirsin.”   AMED   Li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên 13 navçeyên Amedê çalakiyên nobetê di roja 14’emîn de berdewam kirin. Pankarta “Şaredarî yên me ne nayên xespkirin” hate vekirin û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di nobetê de dovîzên li ser “îradeya me rûmeta me ye” hatin hilgirtin. Serokê Damezrîner ê Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) Sûphî Ozgen jî hate serdana çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin. Ozgen anî ziman ku ew li dijî tayînkirina qeyûm ji bo piştevaniyê hatiye û ev tişt gotin: “Li şûna hevşaredaran tayînkirina walî û qeymeqam ne rast e. Heke dê serokê şaredariyê ji kar bê girtin, divê meclisa şaredariyê serokekî nû hilbijêre.”     Nobeta li Pasûrê, bi klamên dengbêjan dom kir. Di nobeta li pêşiya Şaredariya Rezanê tê lidarxistin de Denîz Poyraz hate bîranîn. Gelek kes tev li bîranînê bûn. Hevseroka Şaredariya Rezanê Leyla Ayaz wiha axivî: “Em dibêjin şaredarî yên me ne. Îrade ya me ye. Em ê îradeya xwe jî nedin deste qeyûm.”    Berdevka Meclisa Jinan a DEM  Partiyê Halîde Turkoglû Denîz Poyrazê bi bîr anî. Turkoglû diyar kir ku cînayetên siyasî ji pirsgirêka kurd cuda nîn in û wiha got: “Denîz Poyraz bi awayekî ji rêzê nehat kuştin. Êrişekî ku kurdan, kesên cuda difirikin, baweriyên cuda, kesên daxwaza aştiyê dikin hedef girt. Me di dadgehan de tim vê yekê digot: ‘Di vê mijarê de Onûr Gencer tetîkkêş e, hêzên li pişt vê bûyerê kê ne?’ Divê em rastiya vê yekê derxin holê. Ev 3 sal e têkoşîna vê yekê tê dayîn.”   ÊLIH   Nobeta li pêşiya Şaredariya Êlihê di roja 14’emîn de berdewam kir. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û dirûşên “Zext dê nikarin me biçewisînin” û “Dê qeyûm biçe, gel dê bimîne” hatin berzkirin. Di nobetê de Denîz Poyraz hate bîranîn.    SÊRT   Gelek kes tev li nobeta li Şaredariya Sêrtê tê domandin bûn. Di çalakiyê de pankarta “Şaredarî yên me ne. Em ê destûra xespê nedin” hate vekirin. Di çalakiyê de gelek caran diruşma “Jin, jiyan, azadî” hate berzkirin.   Li pêşiay Şaredariya Misircê û Şaredariya Bajarokê girêdayî navçeya Hawêlê jî nobetên li dijî qeyûman dom kirin.    MÊRDÎN   Hevserokên şaredariyên navçeyan û gelek kes tev li nobeta li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê tê domandin bûn. Di nobetê de pankarta “Şaredarî yên me ne, em ê destûr nedin xespê” hate vekirin. Di nobetê de Denîz Poyraz hate bîranîn.    ŞIRNEX   Li pêşiya Şaredariyên Hezex, Cizîr û Silopiyayê jî çalakiyên nobeta edaletê domiyan. Gelek welatî tev li çalakiya nobetê bûn.    RIHA Li Rihayê li pêşiya Şaredariyên DEM Partiyê çalakiyên nobetê dom kirin. Di çalakiyên li pêşiya şaredariyên Pirsûs, Serêkaniyê, Wêranşar, Xelfetî û Hewagê de Denîz Poyraz hate bîranîn. Di baxçeyên şaredariyan de wêneyên Denîz Poyrazê hatin daliqandin, find hatin vêxistin, gelek caran dirûşmên “Em ê bi têkoşînê bi ser bikevin”, “Bijî berxwedana Colemêrgê” hatin berzkirin. Balkêş bû ku kesên tev li çalakiyên bûbûn bi piranî jin û ciwan bûn.