Di çalakiya li dijî qeyûm a Stenbolê de berteka tecrîda li Îmraliyê 2024-06-17 23:09:29   STENBOL - Xizma Girtî Fîncê Akman a di çalakiya li Stenbolê li dijî tayînkirina qeyûm tê domandin de axiviye bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê da.    Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Stenbolê li dijî tayînkirina qeyûmê Şaredariya Colemêrgê di roja duyemîn a Cejna Qurbanê de çalakiya xwe ya “Nobeta Edaletê” li Qada Şîşhaneya Beyogluyê domandin. Çalakgeran pêşmalkên li ser “Bicehnime qeyûm” dinivîsand li xwe kirin û dirûşmên “Dê roj were, devran vegere, wê AKP hesabê bide”, “Bijî berxwedana Colemêrgê”, “Dê qeyûm biçin, em ê bimînin”, “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.   Berdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û Esengul Demîr, Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER), Dayikên Şemiyê, Platforma Komeleyên Rojhilat-Başurê Rojhilat (Dogu-Guneydogu), Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF), Komeleyên Gundên Çewligê, Komeleya Alîkarî, Pêşxistin û Çandê ya Navçeyên Kîgi-Karakoçan-Adakli-Yayladere-Yedîsûyê (KAYY-DER) , endamên Înîssiyatîfa Deng Bide Azadiyê û gelek kes tev li çalakiyê bûn.    BERTEKA TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ   Xizma girtî Fincê Akman a di çalakiyê de axivîye Denîz Poyraz a li Îzmîrê hatiye qetilkirin bi bîr anî. Akman bal kişand ser çalakiya girtiyan a bi daxwaza rakirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, ev tişt gotin: “Em ji zarokên xwe yên di girtîgehan de tên ragirtin ev du meh in tu agahiyê nagirin.” Akman da zanîn ku girtî di bin tecrîdekî giran de tên ragirtin û wiha pê de çû: “Bi salan e em ji birêz Ocalan tu agahiyê nagirin. Abdullah Ocalan îradeya me û zarokên me ye. Tecrîda li ser zarokên me tecrîda li dijî me ye. Em vê tecrîdê şermezar dikin.”    ‘EM BI HEV RE TEVBIGERIN’    Serokê DEDEF’ê Alî Riza Bîlîr anî ziman ku ew tayînkirina qeyûm rast nabînin. Bîlîr diyar kir ku ew tayînkirina qeyûm wek “biçûkxistina mezin a demokrasiyê” digire dest û bilêv kir ku divê xespkirina îradeyê were bidawîkirin.”    Hevseroka Federasyona Komeleyên Karakoçanê KAR-DEF) Zelal Ayik Degîrmencî wiha axivî: “Li dijî tayînkirina qeyûm, tevgera hevpar girîng e. Gelê kurd tim hebû û dê her tim jî hebe. Tu kes nikare di vê civakê de cihêkariya me bike.”    Hevserokê KAYY-DER’ê Ahmet Tuzun diyar kir ku ew li dijî qeyûm in û bilêv kir ku divê hemû derdor li dijî vê yeke dengê xwe derxin. Tuzun wiha axivî: “Em li bendê ne ku taybetî jî partiyên siyasî divê bêhtir li dijî tayînkirina qeyûm deng derxin. Yên ku digotin, yên bi hilbijartinê tên divê dîsa bi hilbijartinê biçin, îro dixwazin polîtîkayên qeyûm bidomînin. Em feraset û polîtîkayên qeyûm nas nakin.”