ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2024'AN 2024-06-18 09:00:31   * Hevseroka Şaxa OHD’a Wanê Mehtap Işik destnîşan kir ku tu bingeheke tecrîda ser Abdullah Ocalan tê meşandin nîne û wiha got: “Em bang li Wezareta Dadê dikin, karûbarên me yên pîşeyî tên astengkirin, pêkanîna hevdîtina girtiyekî ya bi malbat û parêzerên xwe re dike di qanûna parêzer û înfazê de heye.”    * Hevseroka MATUHAYDER’ê Dîlek Sonmez Demîr bertek nîşanî polîtîkayên cihêkariyê yên destilata AKP û MHP’ê yên li dijî girtiyan da û wiha got: “Hûn nikarin li gorî tirkan û kurdan polîtîkayên cuda bisepînin. Hûn nikarin li aliyekê yekî bidin jiyîn li aliyê din yekî bidin kuştin.”    * Siyasetmedarê dîl girtî Alp Altinors diyar kir ku di navbera Dozên Gezî û Kobanê de tu ferq nîne û wiha got: “Komara Demokratîk fikra hevpar a çîna karkeran û gelê kurd ê bindest e. Duh HDP û îro jî DEM Partî, partiyên vê fikrê ne.”   * Serokê Odeya Zîraetê ya Bajarê Nû Suleyman Îskenderoglû bertek nîşanî bihayê zad a TMO’yê diyar kiriye da û wiha got: “Divê ev biha demildest ji ber çavan were derbaskirin û nûkirin.”    * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Şirnexê, Hevserokê Giştî Tûncer Bakirhan jî dê li Mûşê serdana şaredariyan bike. (10.00-17.00)    * Çalakiyên nobetê yên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê hatin destpêkirin dê berdewam bikin. (17.00-21.00)