Ji bo turbînên RES’ê dê 36 hezar dar bên birîn 2024-06-18 13:57:41 MÛGLA - Wezareta Guherîna Avhewa, Bajarvanî û Hawîrdorê ji bo 84 turbînên RES’ê ku tê plankirin dê li navçeyên Mîlas, Koycegîz, Ûla û Bodrûmê bên danîn, destûr da ku 36 hezar û 214 dar bên birîn.    Li gorî nûçeya Artigerçekê Wezareta Guherîna Avhewa, Bajarvanî û Hawîrdorê, ji çar santralên enerjiyê yên bayê (RES) ku şîrketa enerjiyê ya bayê ya alman dixwaze li çiyayên Mûglayê ava bike, du jê êrê kirin û du ji wan jî gihiştine qonaxa erêkirinê.    Li gorî agahiyên di raporên Nirxandina Bandora Hawîrdorê (ÇED) de cih digirin, santralên enerjiyê yên bayê dê li navçeyên Mîlas, Koycegîz, Ûla û Bodrûmê bên danîn. Temamê 84 turbînên ku tên plankirin dê bên danîn li gorî Plana Sererastkirina Hawîrdorê ya Herêma Plankirina Aydin Denîzlî û Mûglayê di nava qada daristanê de cih digirin. Heke temamê projeyan pêk were dê herî kêm 36 hezar û 214 dar bên birîn.