Jinên Femînîst texrîbatên qeyûman vegotin 2024-06-18 21:30:55 STENBOL - Endamên Koma Jinên Femînîst derbarê çavderiyên xwe yên Amed û Êlihê axivîn û anîn ziman ku qeyûm saziyên jinan veguherandin kiraatxane û salonên taybet ên mêran.    Koma Jinên Femînîst çavdêriyên xwe yên serdanên Amed û Êlihê yên 8 û 9’ê hezîranê li Femînîst Mekan a li Beyoglûyê de vegotin. Gelek jin tev li vegotinê bûn. Ferîde Eralp derbarê çavdêriyên xwe de rapora ku amade kiribûn xwend. Eralp anî ziman ku ew bi tevî Gultan Kişanak, Sabahat Tûncel û Ayla Akat Atayê ew bi aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) re jî hevdîtinê pêk anîne.    Eralp anî ziman ku ew ji ber berteka tayînkirina qeyûmê li Şaredariya Colemêrgê hatiye tayînkirin û ji bo hêz bide jinan û ji wan hêzê bigire serdanên pêk aniye û got: “Dema ku bombebarana Qilebanê kiribûn jî dema ji ber çêkirina qereqolan erden mirovan milîtarîze dikirin jî, dema ku bajar veguherîn qadên şer jî me hewl da ku em di navbera mirovan de piran ava bikin û feraseta baviksalar a ku şeran xurt dikin vebêjin.    ‘ŞAREDARÎ BÛN YÊN GEL’   Eralp anî ziman k udi hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de careke di şaredarî ji qeyûman hatine stendin wiha got: “Me serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir. piştî 8 salan em yeke carê ketin wê derê. Berê dorpêç kiribûn. Me derbarê têkoşîna jinan bi Hevserok Serra Bûcak re suhbet kir.”    ‘SAZIYÊN JINAN KIRIN KIRAATXANE’   Eralp di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku saziyên jinan bêyî jin hatine hiştin û wiha got: “Jin wekî kû ji saziyan hatine derxistin, bêyî sazî jî hatine hiştin. Ji ber jinê di metbaxê de, li eywanên şûştina cilan de tên zanîn, saziyên wan an kirine qûrsên Qûr’anê an jî kirine eywanên mehrbirînê. Cihên ku jinan bêhn distendin kirine kiraatxane. Eywana werzîşê ya Şaredariya Êlihê ji jinan re vekiribû, piştî qeyûm kirin eywanekî taybet a mêran. Ev gav bi zanebûn hatine avêtin.    Eralp gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo fêdeya gel qeyûm bizmarekî jî nequtaye. Gelek neguhezbarên Amed û Êlihê ji bo 20-30 salan ji wezaretan re hatine kirekirin. Di nav van de avahiyê Navenda Jinan a Selîsê jî heye ku bi bihayekî kenokî dane kirê.