Li Stenbolê pankarta ‘bicehime qeyûm’ bi keştiyê ve daliqandin 2024-06-19 10:32:30   STENBOL - Endamên HDK’ê pankarta “Bicehime qeyûm” bi keştiyek ve daliqandin û tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê şermezar kirin.    Nerazîbûn û hêrsa li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê berdewam dike. Endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê pankarta “Bicehime qeyûm” bi keştiyek ku sefera Kadikoyê û Beşîktaşê dike ve daliqandin û sepana qeyûm protesto kirin.