Li Çiyayê Mawa piştî operasyona leşkerî şer qewimî 2024-06-19 15:00:51   ÊLIH - Hat zanîn ku li Herêma Mawayê ya li Heskîfê piştî operasyona leşkerî şer qewimî ye û ketin û derketina ji gundê Xirbêkûr hatiye qedexekirin.    Li gundê Xirbêkûr ku dikeve Herêma Mawayê ya bi ser navçeya Heskîfa Êlihê ve duh operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Hat zanîn ku piştî operasyonê duh bi şev şer qewimî ye. Li gorî agahiyên hatin bidestxisti; şer berdewam dike û ketin û derketina li gundê Xirbêkûr hatiye qedexekirin. Her wiha şebekeyên telefonan û enternet jî li gund hatiye birîn.    Hat ragihandin ku tevgerek zêde ya helîkoptêran li herêmê heye.    Walîtiya Batmanê daxuyanî da û diyar kir ku qedexeya ketin û derketin li gundê dê heta 3’yê tîrmehê berdewam bike.