Dadgerê ku krîza mazbataya Wanê derxist hat terfîkirin 2024-06-19 15:18:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Dadger Erhan Çavuşoglû yê ku mazbataya Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan bide betalkirin, hat terfîkirin.    Serokê 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê Erhan Çavûşoglû ewilî mafên qedexekirî yên Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan beriya hilbijartina xwecihî lê vegerandibû û piştî hilbijartinê mafên li Zeydan hatibûn vegerandin, da rakirin. Hat zanîn ku ev dadgerê ku xwest vê sosretî û rûreşiyê bîne serê Zeydan, hat terfîkirin.    Erhan Çavûşoglû yê ku berê bi asaletî wek Dadgerê Amedê hatibû wezîfedarkirin niha jî bi Biryarnameya Darazê ya Desteya Dadger û Dozgeran ji bo asaleta Serokatiya Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat tayînkirin. Çavûşoglû vê wezîfeyê bi wekaletî bi rê ve dibir.    Desteya Dadger û Dozgeran der barê Çavûşoglû yê ku hatiye terfîkirin de ji ber krîza mazbatayê ya li Wanê lêpirsîn dabû destpêkirin.