Binarê Qendîl dîsa hat bombekirin 2024-06-19 22:50:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk bi balafirên şer gundê Silê yê Binarê Qendîlê bombebaran kir.   Balafirên şer ên dewleta tirk gundê Silê yê Binarê Qendîlê bombebaran kir. Têkîldarî ziyanên bombebaranê agahî bi dest neketin.   Piştî ku duh balafirên şer ên dewleta tirk gundên Kanê û Sêgirî ên qontara Çiyayê Metînayê bombebaran kirin, li herêmê şewat derket, baxên gundiyan û bi sedan dar şewitîn.