Li Mawayê şer: 2 kesan jiyana xwe ji dest da 2024-06-19 22:55:42 ÊLIH - Li Herêma Mawa ya Heskîfê di operasyona leşkerî de ku duh hatibû destpêkirin, 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.  Li bejahiya gundê Xirbêkûr ê Herêma Mawa ya Heskîf a Êlihê duh operasyona leşkerî dest pê kir. Piştî operasyonê derengê şevê pevçûn çêbûn. Li gor agahiyên bi dest ketin, di operasyonê de 2 kes jiyana xwe ji dest dane û 2 kes jî birîndar bûne. Kesên birîndar û kesên jiyana xwe ji dest dane rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê.    Pevçûna li herêmê didome û her wiha têketina gundê Xirbêkûrê hatiye qedexekirin.