Girtiyê nexweş Han jiyana xwe ji dest da 2024-06-20 09:03:43 NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyê bi nexweşiya giran Yildirim Han ku ji bo dermankirinê ew şandin Enqereyê, jiyana xwe ji dest da. Yildirim Han ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê dihate girtin, di nava lîsteya girtiyên bi nexweş ên rewşa wan giran de cih digirt.   Piştî ku rewşa wî ya tenduristiyê giran bû beriya 2 hefteyan sewqî Enqereyê kirin.Han ku tedawiya wî li Enqereyê dewam dikir, nîvê şevê jiyana xwe ji dest da.   Cenazeyê Han wê saet di 11:30'an de ber bi Colemêrgê ve bê şandin.