Li dijî qeyûm nobedê digirin: Em ê bêdeng nemînin 2024-06-20 09:25:53 STENBOL - Kesên li Qada Şîşhaneyê li dijî qeyûmê ku tayinî Şaredariya Colemêrgê hat kirin nobedê digirin, diyar kirin ku ew ê nehêlin vîna gel vê xespkirin û bang li her kesî kirin ku li dijî pêkanînên antîdemokratîk dakevin kuçeyan û deng derxin.    Çalakiyên porotestoyê yên li dijî xespkirina vînê ya li Colemêrgê li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê her diçe zêde dibin. Li Stenbolê çalakiya nobedê ya li Qada Şîşhaneyê ya Beyoglûyê bi pêşengiya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê hat destpêkirin, di roja 13'an de didome.    Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, siyasetmedar û welatî ku her êvar tîşortên "bicehime qeyûm" li xwe dikin û daxilî çalakiyê dibin, têkildarî xespkirina vîna gel ji ajansa me re axivîn.   ‘GER EM DESTÛRÊ BIDIN WÊ DEWAMA WÊ BÊ'   Hevserokê Komeleya Alîkariya Civakî, Pêşketin û Çandê ya Navçeyên Kîxî-Qereqoçan-Adakli-Yayladere-Yedîsu (KAYY-DER) Ahmet Tuzun got: “Divê em tu carî dest ji berxwedana xwe bernedin. Her çiqas cejn be jî, hatina gelek kesan ya vir, ji bo me qezenceke mezin e. Wekî KAYY-DER em ê dest ji vê meseleyê bernedin. Hemû kurd dizanin ku ger em îro li Colemêrgê destûrê bidin vê pêkanînê dê encamên wê derkevin holê. Tişta herî rewa ew e ku gelê kurd berxwedana xwe, berteka xwe û vîna xwe bide der."    ‘POLÎTÎKAYA ŞER E'   Tuzun destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman bi eşkereyî polîtîkayeke şer e û got ku gel wê bi têkoşîna xwe ya hevpar li hemberî vê polîtîkaya mêtingeriyê bi ser bikeve. Tuzun anî ziman ku DEM Partiyê bi siyaseta xwe li Tirkiyeyê muxalefetê mezin kiriye û got: "DEM Partiyê ji bo vî welatî tiştekî gelekî baş kir. Muxalefet niha li dijî tayînkirina qeyûman hin gavan diavêje, lê têrê nake. Ev tiştekî girîng e. Lê divê ev piştgirî ne sînorkirî be. Ji lew re, îro qeyûm tayinî Colemêrgê hat kirin, sibê wê tayinî wan jî bê kirin. Divê her partî empatiyê çêbike. Polîtîkaya qeyûm, polîtîkaya desteserkirinê ye."   Endama KAYY-DER'ê Zeynep Kûloglû jî diyar kir ku li hemberî gelê kurd neheqî û bêhurmetiyeke mezin tê kirin. Kûloglû got: “Eger pergala heyî gel fêhm bikira, dê kesên hilbijartî bûna, ne yên tayînkirî. Divê dewlet rêzê li vîna gel bigire. Ez li dijî vê kiryara neheq û nerewa me û ez vê qebûl nakim. Em ê li dijî vê li ber xwe bidin. Tu nikarî îradeya gelê kurd, gelê Colemêrgê paşguh bikî, tu nikarî bêhurmetiyê li mafên wan bikî."   Serokê Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF) Alî Riza Bîlîr jî diyar kir ku polîtîkaya desthilatê nîşaneya pêkanînên dijdemokratîk ên bi salan e ku li Tirkiyeyê tên meşandin. Bîlîr da zanîn ku desthilatê li Colemêrgê careke din rûyê xwe yê rast eşkere kiriye û desteserkirineke mezin li mafan kiriye û got: “Îradeya gelê Colemêrgê tê paşguhkirin. Bêguman ev rewşeke wiha ye ku nayê qebûlkirin. Ger hûn li ser navê demokrasiyê tiştekî derdixin pêş û ger li vî welatî demokrasiyeke sembolîk tune be û demokrasiyeke rast hebe, nexwe divê hûn îradeya azad a gelan desteser nekin. Ev rastiyek e, rastiya welatê me ye. Lewma ji bilî têkoşînê tu çareyek nemaye."   QEYÛM Û TECRÎD   Bîlîr anî ziman ku têkiliya van kiryarên dijhiqûqî bi tecrîdê re heye û wiha dewam kir: “Hemû pêkanînên dijdemokratîk ên wekî paşguhkirina ziman, çand û baweriyan bi tecrîdê re têkildar in. Pêwîst e mirov hêviyên pergalê yên ji tecrîdê bibîne. Mesele ne tenê dûrxistina şaredarekî ye. Beriya her tiştî li vî welatî krîzeke aborî, civakî û siyasî heye."   Siyasetmedar Asiye Kolçak jî diyar kir ku ew ê li qadan li dijî qeyûman dengê xwe bilind bikin û got: "Berteka li hemberî qeyûman bertekek e ku divê li dijî hemû pêkanînên dijdemokratîk bê dayîn."    Kolçak anî ziman ku tayinkirina qeyûman êrîşek e li dijî destkeftiyên jinan e û wiha got: “Em dizanin ku qeyûm dê dîsa berê xwe bide destkeftiyên jinan."    Ji welatiyên tev li çalakiyê bûye Îslam Oztoprak jî got: "Em ê li ber vê zilmê serî netewînin."    MA / Esra Solîn Dal