Bîlançoya 5 rojên betlaneya cejnê: 36 mirî, 6 hezar birîndar 2024-06-20 11:55:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 5 rojên ewil ên betlaneya cejnê de 36 kes mirin û 6 hezar kes jî birîndar bûn.    Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal der barê qeza û mirinên di betlaneya cejnê de daxuyanî da. Wezîrê Karên Navxweyî ragihand ku di van 5 rojên ewil ên betlaneya cejnê de 696 qezayên trafîkê rû dan. Di van 5 rojan de 36 kesan di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest dan. 6 hezar û 550 kes jî birîndar bûn.”