Karkerê sondajê di bin axê de ma û jiyana xwe ji dest da 2024-06-20 12:02:11   SÊRT - Karkerê bi navê Nezîr Ozdemîr dema karê sondajê dikir di bin axê de ma û jiyana xwe ji dest da.    Li gundê Hilêla yê bi ser navenda Sêrtê ve Nezîr Ozdemîr (55) ji bo xizmek xwe xebata sondajê dikir ku avê derxe. Ozdemîr dema bi kar ve mijûl bû ax hezizî û di bin axê de ma. Yên li derdorê Ozdemîr ji bin axê derxistin û wî bi ambulansa hat cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Sêrtê. Tevî hemû mudaxileyên tibî jî karker nehat xelaskirin û canê xwe ji dest da.    Cenazeyê Ozdemîr piştî otopsiyê ji nexweşxaneyê hat girtin û li goristana gund veşartin.