Bi girseyî serdana Ozhanê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket hat kirin 2024-06-20 16:13:12   SÊRT - Fahrettîn Ozhan ê ku piştî 30 salan hat berdan, ji aliyê nûnerên komele û partiyên siyasî ve bi girseyî hat ziyartekirin.    Fahrettîn Ozhan ê piştî 30 salan di 16'ê Hezîranê de ji Girtîgeha Hejmara 1 a Amedê derket, bi awayekî girseyî hat ziyaretkirin. Ozhan, ji aliyê Komeleya Alîkariyiya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TÛHAY-DER), rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên bajêr û navçeyan, Parlamenter Sabahat Erdogan Saritaş, Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş û gelek kesan ve hat ziyartekirin.    Nûnerên komele û partiyên siyasî çûn mala Ozhan a li gundê Dêrawît ê Dihê ya Sêrtê. Ozhan li ber çepik û tilîliyan axaftineke kurt kir. Ozhan diyar kir ku wî silavê girtiyên di girtîgehan de li ber xwe didin anîne û banga xutkirina piştevaniyê ya ji bo girtiyan kir.    DER BARÊ OZHAN DE   Fahrettin Ozhan (57), piştî 30 salan ji Girtîgeha Hejmara 1 a Amedê derket. Ozhan, di sala 1994'an de li Stenbolê hat girtin û Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) cezayê muebeda giran lê birî. Ozhan bi dorê di van girtîgehan de maye: Bayrampaşa, Ümraniye, Bûrsa, Bolû û Amed.