6 roj in tu agahî ji Emînî nayê girtin 2024-06-20 17:22:56   WAN - Ji Cafer Emînî yê ku di 15'ê Hezîranê de bêy, biryara dadgehê hebe hat binçavkirin, 6 roj in tu agahî nayê girtin.    Polîsên Îranê di 15'ê Hezîranê de Cafer Emînî yê ji Bokanê binçavkirin. Ji wê rojê heya niha tu agahî ji Emînî nayê girtin.    Li gor nûçeya Kolbernewsê, hêzên rejîma Îranê di 15'ê Hezîranê de Cafer Emînî binçav kirin. Hat diyarkirin ku ji Emînî yê ku bêyî biryara dadgehê hebe hatiye binçavkirin 6 roj in tu agahî nayê girtin. Malbata Emînî serî li gelek cihan daye lê heya niha tu xeber jê negirtiye.   Her wiha hat diyarkirin ku nayê zanîn ka Emînî ji ber çi hatiye binçavkirin.