Wê ji bo Pîroglû şandeyek biçe Sirbistanê 2024-06-20 20:24:29   NAVENDA NÛÇEYAN - ADGB'ê ragihand ku ji bo girtiyê bi navê Ecevît Pîroglû wê 21'ê Hezîranê roja Înê şandeyek biçe Sirbistanê. Pîroglû yê ku di greva birçîbûnê de ye, ji ber gelek kilo winda kir, rakirin nexweşxaneyê.   Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got, "ADGB’ê wê bi şandeyekê re 21'ê Hezîrana 2024'an roja Înê biçe Sirbistanê. Ecevît Pîroglû cara duyemîn e dest bi greva birçîbûnê kiriye û çalakiya wî di roja 130’yan de dewam dike.”   Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Piştî îtîraz û têkoşînek demdirêj Dadgeha Bilind a Sirbistanê biryar berdana Ecevît Pîroglû da û biryara radestî Tirkiyeyê kirin betal kir. Lê belê piştî serbestberdana wî di 12'ê Çileya 2024'an de careke din ji aliyê polîsên Sirbistanê ve hat girtin û li navenda binçavkirinê ya Skela Padînska hat bicihkirin. Ev navend mîna navenda dersînorkirin û îadekirinê xebatê dimeşîne.    Ecevît Pîroglû ji bo protestokirina vê rewşê di 12 'ê Sibatê de dest bi greva birçîbûnê kir. Di nava vê demê de Pîroglû gelek kilo winda kir û bi bejna xwe ya 1,82 metre daketiye 44,6 kîloyê. Êdî nikare bimeşe û pêdiviyên xwe yên bingehîn pêk bîne. Gelek organên wî di bin rîska îflaskirinê de ne. Ew di hişê xwe de ye lê di axaftinê de zehmetî dikêşe. Niha li nexweşxaneyê tê ragirtin, lê li odeya wî timî polîs hene."   DAXWAZÊN PÎROGLÛ   Di daxuyaniyê de daxwazên Ecevît Pîroglû wiha hatin rêzkirin:   "Bi cihanîna biryara dadgehê û betalkirina radestkirina Tirkiyeyê. Ji bo ku biçe welatê ku dixwaze, divê serbest bê berdan û ti astengî li pêşiya gera wî nebe."   WÊ BI PÎROGLÛ Û RAYEDARAN RE HEVDÎTIN BÊ KIRIN   Di daxuyaniyê de ev jî hatin diyarkirin: "Daxwazên penaberiya siyasî naskirin û mafê rûniştinê dayîn helwesteke gelekî însaniye.  Hikûmeta Sirbistanê hînê bersiv nedaye daxwazên Ecevît Pîroglû yê di grevê de ye û rewşa wî giran bûye. Helwesta xwe didomîne.   Weke ADGB’ê em vê rewşê qebûl nakin. Delegasyona me armanc dike ku zextê li rayedarên Sirbistanê bike û di heman demê de rola navbeynkariyê bilîze. Armanceke din jî ew e ku em nîşanî hevrêyê xwe bidin ku ew ne bi tenê ye û em bi wî re di nava hevgirtineke xurt de ne. Her wiha, armanca me ew e ku em derbarê vê serdanê de bi awayekî berfireh raya giştî agahdar bikin.   Şandeya me wê Ecevît Pîroglû li nexweşxaneyê ziyaret bike û bi rayedarên Sirbistanê re hevdîtin bikin û ji bo çareseriyên berbiçav dê pêşniyarên xwe bikin. Em hêvî dikin ku dewleta Sirbistanê bersiva erênî bide daxwaza me ya hevdîtinê. Bê guman haya me jê heye ku dewleta Tirk li pişt perdeyan zexteke mezin li Sirbistanê dike.   Di şandeyê de wê nûnerên komên cuda yên weke ADHK, Atik û AVEG-KON, ADDKÎ, TSP ku saziyên pêkhateyê yên ADGB'ê ne, amade bin. Nûnerek ji Konseya Penaberan a Bavyerayê jî wê weke delegasyon amade be. Yek ji parêzerên Ecevît Pîroglû jî wê tevî şandeya me ya li Sirbistanê bibe."