Girtiyê ku zor lê hat kirin qenata xwe ya der barê Ocalan de eşkere bike berdana wî hat taloqkirin 2024-06-21 11:29:27 ENQERE - Desteya Îdarî û Çavdêriyê ya girtîgehê zorê li girtî Naîf Îşçî kir ku qenata xwe ya der barê Abdullah Ocalan de rave bike. Lewma berdana Îşçî 3 meh hat taloqkirin. Îtaraza li dijî biryarê hatibû kirin jî hat redkirin.  Naîf Îşçî hê 14 salî ye bi îdiaya ku li baxçeyê mala wan molotofkokteylî hatiye dîtin, di 26’ê sibata 2011’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ewilî tê binçavkirin û paşê tê girtin. Tê îdiakirin ku Îşçî tev li xwepêşandanên li navçeyê bûye û vê jî dikin hinceta girtina wî. Dadgeha Destûra Bingehîn her çiqas îdiayên “ne endamê rêxistinê be jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” û “bêdestûr madeyên talûke li cem xwe girtiye” betal kiribû jî lê dadgehê der barê Îşçî de doz vekir. Doza ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hatibû vekirin û bi giştî 14 sal û 2 meh ceza li Îşçî hatibû birîn.    BI DARÊ ZORÊ QENATA WÎ HAT RAVEKIRIN    Îşçî li girtîgehên cuda tê ragirtin û ji roja hatiye girtin heta niha 4 caran cezayê disîplînê lê hatiye birîn û lewma ji berdana bi şert sûd wernegirt. Piştî înfaza cezayên disiplînê yên Îşçî qediya divê bi şert bihata berdan û ji bo vê jî di 6’ê gulanê de ji Girtîgeha Tîpa T’yê ya Xelatê derxistin pêşberî Desteya Îdareyê û Çavdêriyê ya girtÎgehê. Lê belê belê beriya derxin pêşberî desteyê, dozgerê girtîgehê bi rêya SEGBÎS’ê li gel Îşçî hevdîtinê kir. Madeya 25’emîn her çiqas dibêje, “Her kes xwedî azadiya raman û qenata xwe ye. Her çis edem û bi çi armancê dibe bila bibe, bi darê zorê kes dikare raman û qenata xwe rave neke. Kes bi sedema raman û qenata xwe nikare bê şermezarkirin, sûcdarkirin” jî lê dozger zorê li Îşçî kir û pirsa “Fikr û ramanê te ya der barê PKK’ê û Abdullah Ocalan de çi ye” jê kir. Îşçî bersiva dozger da û got: “Ez naxwazim der barê PKK û Abdullah Ocalan de biaxivim.”    DESTEYÊ JÎ PIRSA DOZGER KIRIYE    Paşê Îşçî derxistin pêşberî Desteya Îdare û Çavdêriyê û desteyê zorê li Îşçî kir ku qenata xwe ya der barê Ocalan de rave bike. Gelek pirsên çewt û matmayî ji Îşçî hatin kirin û Îşçî ji desteyê re gotiye ew naxwaze pirsên wan bibersivîne.    BERDANÊ TALOQ KIRIYE   Desteya Îdare û Çavdêriyê li ser bersivdayîna Îşçî rewşa berdana wî nirxandiye û gotiye, “Bersivên wî bi nakokî ne û wî di oxira armancekî de beyanên xwe aniye ziman.” Desteyê bi piraniya dengan, berdana Îşçî betal kir û sê meh taloq kir. Dê rewşa berdana Îşçî di 6’ê tebaxê de dîsa bê nirxandin.    SERLÊDAN JÎ HATIN REDKIRIN    Îşçî li idjî biryara desteye serî li Dadgeriya Înfazê ya Tetwanê da û xwest bila biryar bê betalkirin. Dadgeriyê biryara desteye parve kir û di 12’ê hezîranê de serlêdana Îşçî red kir. Li ser vê yekê Îşçî serî li Dadgeha Cezayê Giran a Tetwanê da. Vê dadgeha ku jê re bilind tê gotin jî serlêdana Îşçî red kir.    ÇÛ ROJEVA MECLISÊ    Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan rewşa neberdana Naîf Îşçî bir rojeva Meclisê û bi pêşniyanameyek rewşa wî ji Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç pirs kir.    MA / Mehmet Aslan