Şahidê şewatê: Heke zû mudaxile bihata kirin wê ewqas mirov nemirina 2024-06-21 13:18:52 MÊRDÎN - Hasan Abî yek ji şahidên şewata li Çinarê û Şemrexê ye û got: “Şewat ji ber çirûskên têlên ceyran derket. Heke mudaxile zû bihata kirin wê ewqas mirovên me nemirina.”    Duh bi şev ji ber çirûskên ji têlên ceyranê rijiyan li gundên navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê şewatek mezin derket. Şewatê ji gundê Tobiniyê yê Çinarê dest pê kir û li gundên Têznê, Hatdirînê, Reşan, Dêrê, Kelekê, Herberê û Bexcayê yên bi ser Şemrexê ve belav bûn û heta ber Bendava Goksuyê berdewam kir. 5 welatiyên ji gundan di şewatê de canê xwe ji dest dan, 10 jê giran 44 kes jî birîndar bûn.    Hasan Abî yê 55 salî ku yek ji şahidên derketina şewatê ye diyar kir ku şewat ji çirûskên têlên ceyranê rijiyane derketiye. Abî da zanîn ku ew ji gundê Şevaşî yê Şemrexê ye û dema ew ji gundê Herberiyê yê Çinarê vedigeriya li nêzî gundê Tobiniyê têlên ceyranê li hev ketine û bi belavbûna çirsûkên ji têlan şewat derketiye.    'HEKE ZÛ MUDAXILE BIBÛYA WÊ MIROV NEMIRINA’    Abî anî ziman ku piştî şewat berbelav bû gundiyan bi derfetên xwe yên kêm çûne cihê şewatê û mudaxile kirine û got: “Dema ez ji gundê Herberiyê ji mêvandariyê vedigeriyam, li ber gundê Torbiniyê bûm û têlên ceyranê li hev ketin û çirûsk jê rijiyan. Duh li vê herêma me firtûne hebû. Bi yek carê şewat derket. Lê qeweta me têra vemirandinê nekir. Dema şewat dest pê kir dewlet ne amade bû û derfetên me yên mudaxilekirinê jî nebûn. Heke duh zû mudaxileyî şewatê bihata kirin, wê ewqas mirovên me canê xwe ji dest nedana.”    'DEWLET PIŞTÎ ŞEWATÊ HAT’    Abî destnîşan kir ku piştî gundiyan mudaxileyî şewatê kir hê nû rayedarên dewletê hatine cihê bûyerê û got: “Piştî ku gundiyan mudaxileyî şewatê kir, hê erkdarên dewletê hatin. Xelkê me, sewalên me û xwezaya me perîşan bûn.”