Li Çiyayê Mawa operasyon û şer berdewam dike 2024-06-21 13:49:32 ÊLIH - Li Çiyayê Mawa operasyona leşkerî ku di 18’ê hezîranê de hatiye destpêkirin, berdewam dike. Hat zanîn ku di şerê qewimî de 2 kes jiyana xwe ji dest dane û 2 kes jî birîndar bûne.    Operasyona leşkerî ya di 18’ê hezîranê de li Çiyayê Mawa û gundê Xirbêkûr yên bi ser navçeya Heskîfa Êlihê ve hatibû destpêkirin. Hat ragihandin ku operasyona leşkerî berdewam dike. Hat zanîn ku bi desteka SÎHA, F-16 û helîkopteran şer û pevçûn li herêmê didome. Ketin û derketina gundê Xirbêkûr bi kontrolî tê kirin. Hat diyarkirin ku leşker destûrê nadin gundî ji malê derkevin û biçin bax û bostanên xwe av bidin. Dengê sîlehan bênavber ji herêma şer tê.    Li aliyê din hat zanîn ku 2 kesên tên diyarkirin endamên PKK’ê û di şer de jiyana xwe ji dest dane li morga Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Êlihê tên sekinandin û 2 kesên birîndar hatine desteserkirin jî li nexweşxaneyê tên dermankirin. Unîteya ku birîndar lê tên dermankirin di dorpêça polîsan de ye û nahêlin ku kes nêzî wê unîteyê bibin.