Ji bo tedawiya sewalên birîndar bang li beytaran hat kirin 2024-06-21 13:53:24 MÊRDÎN - Şêniyên li herêma şewata li Çinarê û Şemrexê ji bo tedawiya sewalên xwe bang li beytarên dilxwaz kirin.    Di şewata li navbera navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê de ku derket, bi hezaran sewal mirin û bi hezaran jî birîndar bûn. Li gundê Tobiniyê yê bi ser Çinarê ve ku ewilî şewat lê derket hem şivan hem jî bi sedan sewal canê xwe ji dest dan.    Gundiyan gelek sewalan birîndar ji şewatê xelas kirin û sewal bi halê birîndar li nav zeviyan li benda tedawiyê ne.    Hat zanîn ku rayedaran heta niha ji bo tedawiya sewalan tu gavek neavêtiye. Şêniyên gund ji bo tedawiya sewalên xwe banga alîkariyê li beytarên dilxwaz kirin.