Şeniyên gundê Tobiniya şewitî: Sedema şewatê DEDAŞ û qereqol in 2024-06-21 14:34:20 AMED - Şeniyên gundê Tobiniyê ku agir bi gundê wan ketiye diyar kirin ku agir ji ber trafoya DEDAŞ'ê derketiye û gotin ew ê giliyê DEDAŞ’ê bikin.  Duh bi şev li gundên di navbera navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Merdînê de şewat derket. Di encama şewatê de gelek dar û ber û zeviyên gundiyan şewitîn. Heta niha di encama şewatê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Her wiha bi hezaran sewal jî di encama şewatê de jiyana xwe ji dest dan. Zeviyên genim û garis jî şewitîn. Şewata ku mudaxile zû lê nehat kirin heta sibehê berdewam kir.    Yek jî gundê ku herî zede ji şewatê bandor bûye jî gundê Tobiniyê yê bi ser navçeya Çinarê ve ye. Şêniyên gund ji kameraya me re axivîn û destnîşan kirin ku şewat ji ber têlên ceyranê û trafoya DEDAŞ'ê derketiyê.       'AGIR JI TRAFO DERKET’    Mustafa Çelebîoglû bi lêv kir ku sedema agir trafo bûye û wiha got: "Dûh evarê ji ber trafo agir bi gund ket. Bi hatina baeyê re herêm tev şewitî. Nezî 2 hezar û 200 sewal şewitîn û gelek kesan jiyana xwe ji dest da. 2 xwarziyên min jî jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku ceyrana trafoyê kêm bû û gundî li ser xebitîn. Piştre ji trafo agir rijiya û şewat derket. Yê me jî nêzî 200 donim erdê me şewitî. Heke DEDAŞ bi yek carekê voltajê zêde bike wê wisa agir derkeve. Her der şewitî. Her yek tiştekî dibêje lê ne rast e ev agir teqez ji ber trafo derket. Tiştekî ku em bêjin tune ye. Sewal şewitîn, erd şewitîn, mirovan jiyana xwe ji dest dan."   'EM Ê GILIYÊ DEDAŞ Û QEREQOLÊ BIKIN’    Şêniyê gund û şahidê bûyerê Mahmût Eren jî anî ziman ku di şewatê de erdê wî jî şewitiye û wiha axivî: “Piştî ku ba rabû çirûskên agir rijiyan. Ez jî li ser xanî bûm. Pişt re min dît li jêr agir derketiye. Em çûn me agir vemirand. Lê piştrê me dît careke din agirekî mezin derket. Sedama vî agirî DEDAŞ e. Sedemê şewatê DEDAŞ û qereqol e. Yên ku dibêjin şewat ji ber ceyrana qaçax û şewata erdê erdê derketiye, derewan dikin. Jixwe duh nîvro ceyran çû heta evarê nehat. Piştî ku ceyran hat agir derket. Em ê giliyê DEDAŞ’ê û qereqolê bikin.”