Berdana girtiyê 30 salî 9 meh hat taloqkirin 2024-06-21 15:39:32 RIHA - Berdana girtî Seracettîn Yuksekbag ê 30 sal in girtî ye 9 meh hat taloqkirin. Berdana Yuksekbag berê jî 6 meh hatibû taloqkirin.  Girtî Seracettîn Yuksekbag (55) ê ku ji sala 1993’yan ve ji aliyê Ddgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê ve hat girtin û cezayê muebedê lê hat birîn, dîsa nehat berdan. Bi îdiaya “halê nebaş” berdana Yuksekbag bo 9 mehan hat taloqkirin. Divê ew di 29’ê mijdara 2023’yan de bi şert bihata berdan lê 6 meh û 2 roj berdana wî hatibû taloqkirin. Ev 6 mehên taloqkirî temam bû û dîsa berdana wî hat nirxandin û vê carê 9 meh û rojek hat taloqkirin.    Yuksekbag niha li Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa T a Rihayê girtî ye. Desteya Îdare û Çavdêriyê ya girtîgehê bi hinceta cezayên disiplînê li Yuksekbag hatiye birîn berdana wî taloq kir.    Wê berdana Yuksekbag di 25’ê adara 2025’n de carek din were nirxandin.