Hasan Demîr ê di şewatê de birîndar bûbû wefat kir 2024-06-21 15:50:17 RIHA - Hasan Demîr ê duh bi şev di bobelata şewata li Çinar û Şemrexê de birîndar bûbû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.  Di şewata duh bi şev li navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê ku derket de 5 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 44 kes jî birîndar bûbûn. Hasan Demîr ê ku di şewatê de bi xedarî birîndar bûbû ji bo dermankirinê sewqî Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê hatibû kirin.    Hat zanîn ku Hasan Demîr di asta 3’yemîn de birîndar bûye û li unîteya şewatê dihat dermankirin. Hat ragihandin ku Demîr ê dihat dermankirin li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê wî ji bo otopsiye rakirin SaziyaTiba Edlî ya Rihayê.    Li aliyê din dermankirina Nurî Demîr ê ku di heman şewatê de birîndar bûbû jî li heman nexweşxaneyê berdewam dike.