Baroya Amedê giliyê parvekirinên nijadperest kir 2024-06-22 11:40:10   AMED - Baroya Amedê der barê kesên li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal de têkildarî şewata li Çinarê û Şemrexê parvekirinên nijadperest kirin, gilî kir.    Gelek kesên nijadperest li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal têkildarî şewata li navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê parvekirinên nijadperest kirin. Baroya Amedê der barê van kesên nijadperest de serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da û baroyê bi hinceta “Xelkê texrîqî kînê û dijmintiyê dikin û biçûk dixin” giliyê kesên nijadperest kir.    Baroyê wêneyên parvekirinên nijadperest jî pêşkêşî dozgeriyê kir.