Hêzên Îranê kolberek kurd qetil kirin 2024-06-22 12:13:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên rejîma Îranê, ciwanê kurd Arkan Balvaseh ê ku kolberiyê dikir li ser sînor kuştin.  Hêzên rejîma Îranê, duh serê sibehê Hawramanê ya li Eyaleta Kurdistanê li ser sînorê Tatehê ciwanê kurd Arkan Balvaseh (29) ê kolberiyê dikir kuştin. Çavkaniyek ku ji Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) re axivî da zanîn ku li sînorê Tatehê komek kolber bûne armanca muhafizan û gule li wan reşandine. Çavkanî destnîşan kir ku Balvaseh di vê êrişê de hatiye kuştin.    Cenazeyê Balvaseh ji bo veşartinê birin gundê Geleyehê yê bi ser navçeya Merwîanê ve.    Li gorî daneyên KHRN’ê di nav çar hefteyên dawî de kolberên bi navê Sina Rasoulzadeh û Hazhir Mahmoudpour jî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin.