Dîrekên ku DEDAŞ’ê digot ‘tune’ ne hemû li cihê şewatê ne 2024-06-22 13:11:54 MÊRDÎN - Her çiqas DEDAŞ bêje şewat ne ji ber ceyranê bûye û dîrekên ceyranê li wir tune ne jî lê li cihê şewatê bi dehan dîrek tên xuyakirin.       Şeva 20’ê hezîranê agir bi zeviyên gundiyên Tobiniyê, Helberekê yên bi ser navçeya Çinara Amedê û gundên Kelekê û Dirînê yên bi ser navçeya Şemrexa Mêrdînê ve ketibû û li qada 66 kîlometreyî belav bûbû. Şewatê encamên giran û janek mezin li pey xwe hişt.    Şewat ji gundê Tobiniyê dest pê dike û li herêmê belav dibe. Hê jî sedema derketina şewatê tê lêkolînkirin. Lê mexdûr û şahidên şewatê destnîşan dikin ku ji ber ku DEDAŞ’ê dîrek, trafo û têlên ceyranê kontrol û tamîr nekiriye, ceyran bûye sedema şewatê.    DEDAŞ’ê her çiqas daxuyanî da û îdia kir ku tu eleqeya şewatê bi ceyranê û DEDAŞ’ê ve nîne û şewat ji ber şewitandina pirêzeyan derketiye jî lê dîrekên ceyranê yên li cihê şewatê delîliya her tiştî dike. Li devera şewatê bi dehan dîrek û têlên ceyranê yên aydî DEDAŞ’ê tên xuyakirin. Ev dîrek û têlên ceyranê jî şahidiya welatiyan piştrast dikin ku şewat ji ber ceyranê derketiye.    MA / Omer Akin - Ahmet Kanbal