Şewata ku li Bismilê derket hat kontrolkirin 2024-06-22 15:08:52   AMED - Li gundê Seyîdhesena Bismilê şewat derketibû û piştî demekê şewat hat kontrolkirin.    Li gundê Seyîdhesen ku bi ser navçeya Bismila Amedê ve ye li qada çandiniyê şewat derket. Hat zanîn ku çirûskên ku ji bîçerê rijiyane bûne sedema şewatê. Gundiyan û tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Bismilê mudaxileyî şewatê kirin û di demek kin de şewatê kontrol kirin.    Di şewata ku derket de 15 donim genim şewitî û di 25 donim zeviyê çandiniyê jî xesar çêbû.