Li Dêrikê ji bo şerê malbatan mezin nebe bang li siyasetmedaran hat kirin 2024-06-22 16:44:25 MÊRDÎN - Li navçeya Dêrikê di navbera du malbatan de şer qewimîbû û kesek miribû û kesek jî birîndar bûbû. Gundiyan ji bo bûyer mezin nebin bang li siyasetmedaran û rûspiyan kirin ku pêşî li vê yekê bigirin.    Li gundê Zohok û Elaskû yên bi ser navçeya Dêrika Mêrdînê ve çend roj berê di navbera malbatên Derîn û Temel de ji ber sedemek nayê zanîn şer qewimîbû. Di şer de welatiyê bi navê Ramazan Temel di şer de bi giranî birîndar bûbû û li nexweşxaneyek Rihayê tê dermankirin. Hat zanîn ku Temel felc bûye.    JI MALBATA DERÎN KESEK HAT KUŞTIN    Duh jî ji malbata Derîn, Resûl Derîn li navçeya Artûklû ya Mêrdînê bi êrişekê re rû bi rû ma û bi giranî birîndar bûbû. Resûl Derîn li nexweşxaneya Mêrdînê tevî mudaxileya tibî jî nehat xelaskirin. Cenazeyê Derîn îro li gundê Zohokê hat veşartin û malbatê şîna xwe danenî.    Piştî veşartina cenaze, li mezraya Ûrtê ya gundê Elaskûyê ve malek aydî malbata Temel hat şewitandin. Derdora malê hemû şewitî lê gundiyan mudaxile lê kir û agir vemirandin. Leşker çûne gund û tevdîr girtine. Li gundan hê jî rewşa bi aloz berdewam dike. Gundiyan got ji ber vê rewşa bi alozî ew xetere ne.    GUNDIYAN BANG KIR    Gundiyan diyar kir ku ew naxwazin ev xisûmet-neyartî mezin û belav bibe û bang li partiyên siyasî û rûspiyên herêmê kirin û xwestin dawî li vê xisûmeta navbera her du malbatan bînin.