ROJEVA 23’YÊ HEZÎRANA 2024’AN 2024-06-23 09:00:29   *  Li Mêrsînê Seher Aktekîn, gava xwest dest ji hevjînê xwe berde, hat qetilkirin. Merivê wê Hacî Bozat anî ziman ku dewlet tevdîreke baş nagire û berekesê wê teşwîqkar e.    * Derket holê ku têlên ceryanê yên li Amed û Mêrdînê bûn sebeba şewatê, li Rihayê jî bûne sebeba şewatê. Tarim Orkam-Sen ku li Rihayê têkildarî mijarê rapor amade kir, destnîşan kir ku şewat ji ber çirûskên ku ji têlên ceryanê pijiqîne çêbûye û 57 donim genim ji ber vê bûye arî û maye.    * Waliyê Amedê çû şîna malbatên xizmên xwe di şewatê de winda kirin. Gundiyan ji ber daxuyaniyên walî ku DEDAŞ diparast bertek nîşan dan. Gundiyên bertek nîşan dayîn hatin derbkirin. Ji gundiyan Îbrahîm Eren wiha got: “Rayedar ne gotinên gel lê yên DEDAŞ’ê gundarî dike.”   * Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û aktîvîstên TJA’yê dê biçin serdana taxên di şewatên li Amed û Mêrdînê de ziyan gihiştibûyê. (11.00)   * Li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dê bi pêşengtiya malbatên girtiyan çalakiya “Deng bide azadiyê” bê lidarxistin. (14.00)   * Çalakiya nobetê ya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê li dijî tayînkirina qeyûm daye destpêkirin dê li Qada Şîşhaneyê bidome. (20.00-22.00)