Li Îzmîrê du xwişkan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan 2024-06-23 09:23:55 ÎZMÎR - Li Îzmîrê du xwişkên temenê wan 14 û 12 li odeyeke hotêlê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.  Li navçeya Konak a Îzmîrê du xwişkên 14 û 12 salî li odeya hotêlê lê diman bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Li gorî îdiayê; Gonul Ugraş a gulfiroşî dikir di şeva 21’ê hezîranê roja înê tevî pênc zarokên xwe hate hotêlê. Ugraş bi şev li vir ma û di saetên serê sibehê de tevî du zarokên xwe ji bo derman bikire çû dermanxaneyê û piştre venegeriya. Zarokên wê Ege û Handan Ugraş jî li hotêlê man.    Peywirdarê resepsiyonê Z.O. saet derdora 23.00’an de ji bo kontrolkirina odeyan çû qata jor û dît ku her du xwişk bêtevger li ser cihê xwe dirêjkirî ne. Li ser îxbarê, polîs û komên tenduristiyê hatin sewqkirin. Komên tenduristiyê tespît kirin ku her du xwişkan jiyana xwe ji dest dane.    Piştî lêpirsîna dozger, cenazeyên zarokan ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê. Peywirdarê resepsiyonê Z.O. jî ji bo îfadeyê birin midûriyeta emniyetê. Derheqê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.