Pêşrapora têkildarî şewatê: Li Mêrdînê beşa tedawiya şewitînê nîne 2024-06-23 10:20:25   MÊRDÎN - Odeya Bijîşkan a Mêrdînê pêşrapora lêkolînê ya têkildarî şewatê eşkere kir. Di raporê de hat gotin ku beşa tedawiyên şewitînê li nexweşxaneyên bajar tune ye.    Odeya Bijîşkan a Mêrdînê pêşrapora xwe ya têkildarî şewatê eşkere kir ku di 20’ê hezîranê de li gundên di navbera navçeya Şemrex a Mêrdînê û Xana Axpar a Amedê de derketibû û 15 kesan jyana xwe ji dest dabûn. Odeya Bijîşkan got ku ji saetên ewil ên şewatê re çûne herêmê û tespît, hêma û pêşniyarên xwe bi 9 xalan rêz kir. Di raporê de hat diyarkirin ku di şewatê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dane, 74 kes birîndar bûne, zêdetirî hezar û 500 pez miriye û nêzî 50 hezar donimên zeviyan ji şewatê bibandor bûne.   Bi domdarî hat gotin ku şewat bi şev derketiye û xwegihandina hinek jîngehan zehmet bû lewma mudaxileya ji bejahî ve kêm ma ye. Di berdewamiya raporê de wiha hate gotin: “Ji hewayî ve mudaxile nehat kirin lewma windahî zêdetir bûn. Li ser bangawaziyê, xebatkarên tenduristiyê bersiv dan û hejmareke têrker a xebatkarên tenduristiyê mudaxileyî bûyerê kirin. Ji ber ku li bajarê me beşa tedawîkirina şewitînan nîne lewma gelek birîndar sewqî nexweşxaneyên bajarên derdorê hatin kirin. Ji ber ku beşa tedawiya şewitînan nîne, ev yek rê li ber mirinan vedike.”    ‘DIVÊ JI HÊLA TENDURISTIYA GEL VE XEBAT BÊN KIRIN’    Di raporê de hat destnîşankirin ku xebatên sarkirinê ya piştî şewatê kêm bûn û ev yek jî xetereya derketina şewatên nû çêdike. Rapor, wiha domiya: “Partîkulên tenik ên ji dûkola şewatê derketin rê li ber nexweşiyên dil û sihan, penceşêr û mirinên zêwext vedikin. Bi taybet jî nexweşên bêhnkurt, KOAH, bronşît, nexweşiya pişika kronîk, dil-demar, kesên kal, zarok, ducanî, nexweşên qelewiyê û hwd. di bin xetereyeke mezin de ne. Bi taybet jî dema cihên ji şewatê bibandor bûn tên paqijkirin, hewceye ji ber bermayiyên dûkolê û xweliyê hişyar tevbigerin û nehêlin dîsa tev li hewayî bibin. Hat dîtin ku divê ji hêla tenduristiya gel ve xebat bên kirin û ev yek girîng e.”    ‘DIVÊ JI HÊLA DAYÎNA NÛÇEYAN VE BALDAR BIN’    Bi domdarî hat gotin ku divê li cihên ji şewatê bibandor bûn tevdîr û xebatên ji bo dema nêz û dûr bên kirin û wiha bi dawî bû: “Li gorî agahiyên ewil, şewat ji ber têlên ceyranê derketiye û piştre ji ber hewayî pir zû belav bûye. Di bûyerên wiha travmatîk de heke berpirsyar hebin divê bên tespîtkirin, pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin, pêvajoyeke adilane û zelal were meşandin. Ji ber ku tesîskirina hesta edaletê bandoreke erênî li ser başbûna mirovan dike. Di heman demê de pêşwazîkirina pêdiviyên jiyanî û vegera li xebata rojane, ji bo derbaskirina vê travmayê pir girîng e. Ji bo mexdûriyeta çêbûyî ji holê rabe, divê tavilê maseya krîzê were avakirin û herêm weke herêma karesatê bê ragihandin.    Ji bo bandorên ruhî yên travmatîk kêm bibin, hewceye dîmenên hesas ên têkildarî bûyerê (dîmenên mirov û ajalên birîndar, zindiyên êşê dikişînin) neyên parvekirin. Piraniya kesên jiyana xwe ji dest dayîn ew in ên ku hewl dan mudaxileyî şewatê bikin. Ev yek nîşan dide ku di vê mijarê de xwedî tecrubeû agahiyan nînin. Divê di vê mijarê de gel bê perwerdekirin. Em dizanin ku heke tevdîr û mudaxileyên pêwîst bên kirin, dê ev karesate wiha mezin nebin. Dema mirov li aliyên civakî, şexsî, aborî, ekolojîk û tenduristiyê dinêre, dibîne ku girîng e disiplînên cuda yên bajar bi hev re bixebitin. Em ê vê mijarê bişopînin û em ji bo piştevaniya bi saziyên cemaweriyê û taybet û rêxistinên civaka sivîl re amade ne.”