Rastî û hûrguliyên piştî şewatê 2024-06-23 12:11:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Di şewata li Şemrex û Xana Axpêr de 15 kes mirin. Tenê li gundê Kelekê di şewatê de 10 kes mirin. Şêniyên gund anîn ziman ku leşkerên dereng hatin gund heqaret li gundiyan kirin û piştî agir vemirî helikopter hatin cihê bûyerê.  Di şeva 20’ê hezîranê de li navçeya Xana Axpar a Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê ji ber têl û dîrekên ceyranê agir bi zeviyan ket. Agir li 17 gundan belav bû û di şewatê de 15 welatî mirin. Bi giştî 55 hezar hektar zevî xezirî. Bi dehan kes birîndar bûn. Bi sedan sewal mirar bûn. 22 hezar hektar zeviyên çandiniyê bûn xwelî. Şahidên bûyerê anîn ziman ku têlên ceyranê gihiştin ev û agirê ji têlan pekiya. Welatiyan destnîşan kirin ku agir ji têlan avêt nava zeviyan û agir bi zeviyan ket. Welatiyan destnîşan kirin ku ji ber bayê zêde agir zû li nava zeviyan belav bû.    Piştî agir belav bû, bi sedan kesên ji gund û navçeyên derdorê hatin hewl dan agir vemirînin. Lê leşkerên ku dereng hatin cihê bûyerê, rê li pêşiya welatiyan girt û destûr neda ku welatî mudaxaleyî şewatê bikin. Leşkerên ku pir dereng hatin gund, heqaret li welatiyan kir û Mehmet Salîh Ablak (30), ê ji gundê Kelekê bi hawarê hat û xwest agir vemirîne çavdêriyên xwe vegot.    GUNDÎ DI NAVA AGIR DE MAN     Mehmet Salîh Ablak anî ziman ku piştî agir bi zeviyan ket  bi lez çûn gund û wiha got: “Saet li dora 22.00’ê şevê bû. Dema me xwe gîhand gund, wekî dojehê bû. Gundiyan bi derfetên xwe hewl didan agir vemimîrin. Welatî di nava agir de mabûn. Em ji Kelekê çûn gundê Tobinî. Li gundê Tobinî jî kesên xwestin agir vemirînin din ava agir de mabûn. Gundiyan bi derfetên xwe cenaze û birîndar ji nava agir xelas dikirin. Me bi texsiyan cenaze û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya  Çinarê. Heta çend saet derbas bûn kes bi hawarê nehat. Ne saziyên dewletê û ne jî îtfaîye.”     CENDIRMEYAN ÇÊR LI WELATIYAN KIRIN   Ablak, anî ziman ku leşkerên dereng çûn gund, çêr û heqaret li gundiyan kir û wiha axivî: “Piştî agir belav bû çend saet şûnde Cendirme bi 2 dolmîşan hatin gund. Ciwanekî bertek nîşanî leşkeran da. Got ‘heta niha hûn li ku bûn? Ka ambulans û îtfaiyeyên we? Lê leşker li ciwan da û di nava girseyê de çêr lê kirin û heqaret kirin. Gundî li nava gund kom kirin. Hatin heqaret kirin û çûn.”    Ablak, destnîşan kir ku dema cenaze defin dikirin li ser goristanê ji fermandarê leşkeran pirsa ‘Hûn ê lêpirsînê li leşkeran vekin? pirsî û wiha berdewam kir: “Dema min pirs ji fermandar kir, cendirme hatin û ez ji wir dûr xistim. Fermandar got ‘We plakeyên maşîneyan girtine ya na’ Di nava wê şewat û qiyaletê de em ê çawa plakeyên wan bigirin. Li gorî qeydê wan kijan leşker hatine wir diyar e. Divê lêpirsînê bidin destpêkirin.”    Li gundê Kelekê yek ji kesên birîndar bûye Abdulrazak Demir e. Abdulrezak Demîr li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Gazî Yaşargilê didome. Birayê Abdurrezak, Davut Demir ku li nexweşxaneyê refaqetiya birayê xwe dike çavdêriyên xwe anîn ziman.    Davût Demîr anî ziman ku wî di şewata agir de birayekî xwe û pismamên xwe winda kir û wiha got: “Birayê min ber bi başiyê ve diçe. Wê şevê bayekî guh hebû. Zarok li ser banî razabûn. Me got ji ber bahozê em wan daxin jêr.  Me dît ku agir belav dibe. Em li traktoran siyar bûn û me xwest pêşiya agir bigirin.   ‘EM DI NAVA AGIR DE MAN’      Xwediyên traktoran çûn pêşiya şewatê cot kirin û xwestin rê li pêş agir bigirin. Min xwest xwe zêde nêzî agir nekin. Wan jî xwest rê li pêş agir bigirin û xwe nêzî agir kirin. Lê agir zû belav bû. Birayê min, pismamên min û sewal di nava agir de man. Şivan dikir qêrîn. Gundî bi hawara wan çûn. Me nikaribu ew ji nava agir xelas bikin. Min bi zorê xwe ji agir rizgar kir. Pêtên agir pir bilind dibûn û belav dibûn. Min xwe avêt bin traktorê û xwe ji pêtên agir rizgar kir.”    CENAZE ŞEWITÎBÛN   Demir anî ziman ku piştî agir vemirî bi traktoran çûn cihê bûyerê û wiha berdewam kir: “Yên beriya me çûn dîtin ku pismamê min û hevjîna xwe tev cilên xwe şewitîne. Bi lez ew avêtin maşîneyan û ew rakirin nexweşxaneyan. Me lambayên traktoran pêxist û em li cenazeyan geriyan. Dema em hatin cihe şivan, me dît ku 4- 5 kes şewitîne. Em çûn cem dîrekê sondajê. Me dît ku kesek li wir jî şewitiye. Cenazeyê wî nedihat nasin. Dayika wî hat û got ‘Ev kurê min e.” Bi wî şiklî me nas kir.    TENÊ DEM PARTÎ HAT    Demir, nêzîkatiya dewletê rexne kir û wiha got: “Di şewata agir de tu rayedarên dewletê nehatin alikariyê. Tenê wekil û hevşaredarên DEM Partiyê bi hawara me hatin. Bi her awayî alîkarî û piştgiri dan me. Helikopterên dewletê piştî şewat vemirî hatin cihê bûyerê. Ku rayedarên dewletê zû hatibûna belkî ew qas mirov nemirina.”