Şewata li Hezexê hat kontrolkirin 2024-06-23 12:45:54   ŞIRNEX- Şewata ku şevê din li 8 gundên Hezexê belav bûbû hat kontrolkirin. Hat zanîn ku şewat derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû û hêj didome.    Şevê din ji ber sedemeke nediyar li gundên Dûpîç, Xerabê Darik, Xirabê Rezê, Alaqamiş, Kîwex, Zêwik, Eynser ên navçeya Hezex a Şirnexê şewat derket. Ji ber bayî, agir di demeke kurt de mezin bû. Bi destpêkirina şewatê re tîmên agirkujiyê yên şaredariyên Hezex, Cizîr û Silopiyayê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) çûn cihê şewatê û mudaxeleyî şewatê kirin. Şewata ku ji duh ve berdewam dikir, hat kontrolkirin. Li herêmê xebatên sarkirinê didomin.   Li gundê Xirabê Rezê yê li ser xeta sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku herêmekî mayinkirî ye, mudaxele nehat kirin. Hat zanîn ku şewat derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû.