Li gundên Xîzanê operasyona leşkerî hate destpêkirin 2024-06-23 12:51:53   BEDLÎS - Li gundên navçeya Xîzanê bi tevlibûna leşker û cerdevanan operasyona leşkerî hate destpêkirin.    Hat zanîn ku dewleta tirk li gundên Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Mezra Pisyan, Geliyê Nemiran, Desta Ovî, Deşta Kaviltîn û Hûzeran ên navçeya Xîzan a Bedlîsê jî di nav de, li gelek herêman operasyona leşkerî da destpêkirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bi sedan leşker û cerdevan tev li operasyonê bûne û li herêmê liv û tevgereke zêde ya hewayî heye. Di heman demê helîkopter gelek caran guleyan ber didin qadên bidaristan.    Çavkaniyên li herêmê dan zanîn ku gundê Hûzeranê hatiye dorpêçkirin û di ketin û derketina gund de GBT tê kirin.    Operasyona li herêmê didome.