Waliyê Mêrdînê û wekîlê AKP’î ji mala şînê hatin derxistin 2024-06-23 14:52:25   MÊRDÎN - Waliyê Mêrdînê Tuncay Akkoyun û şandeya pê re tev li şîna li gundê Kelekê bûn. Welatiyan bertek nîşan dan û walî neçar ma ku ji mala şînê derkeve.    Şînên ji bo kesên di şewatên li Xana Axpar û Şemrex a Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dayîn didomin. Waliyê Mêrdînê Tuncay Akkoyun û Parlamenterê AKP’ê Faruk Kiliç çûn serdana şîna li gundê Kelekê yê Şemrexê hatiye danîn. Şêniyên gund bertek nîşanî Akkoyun û Kiliç dan. Di navbera Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PartÎ) ya Mêrdînê Saliha Aydenîz û walî Akkoyun de nîqaş derket. Welatiyan jî bertek nîşanî Akkoyun dan. Akkoyun û şandeya pê re ji mala şînê hatin derxistin. Bi zêdebûna bertekan re Akkoyun û şandeya pê re neçar man ku ji qadê derkevin.