SGDF’ê 11’emîn Lijneya xwe ya Giştî pêkanî: Tecrîd bandorê li her qadê dike 2024-06-23 17:56:06   STENBOL - Endamê Meclisa Ciwanan a HDK’ê Onûr Basmaci yê di 11’emîn Lijneya Giştî ya SGDF’ê de axivî, da zanîn ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bilî têkoşîna çîna polîtîk, bandorê li gelek qadan dike.    Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) 11’emîn Lijneya xwe ya Giştî bi dirûşma “Em bi dîroka xwe li vir in, em bi hêza ciwanan tên” li Malaçandê ya Înşayê ya li Fatîhê pêk anî. Gelek nûnerên partiyên siyasî, sazî û dezgeh beşdar bûn. Li eywana ku lijne lê hate lidarxistin pankartên “Bijî şoreşa me ya jinê” , “Em bi dîroka xwe li vir in, em bi hêza ciwanan tên” û “Bijî azadî, bijî sosyalîzm” hatin daliqandin.    Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş a di lijneyê de axivî, diyar kir ku tevgerên ciwanan girîng in. Gumuştaş, bi lêv kir ku ciwanan di her qadê de têkoşînê bilind dikin û anî ziman ku berxwedan û dîroka SGDF’ê ya di nava rêxistinên ciwanan de girîng e. Gumuştaş di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ev dîrok dîroka me ye jî. Ev dîrok ji bo me dibistaneke. Her wiha em li ku derê bixwazin têkoşîna xwe mezin bikin û bilind bikin, bi taybetî li cem gelên Tirkiye û Kurdistanê ciwanên sosyalîst pozîsyona pêşketî ya li wir in.”   ‘BI ME RE NE’     Pişt re endamê Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê Mûrat Bûdak jî wiha axivî: “33 kes bi awayekî fizîkî ne li vir bin jî di rêya têkoşînê de bi me re ne. Ya dikeve berê me ew e ku rûmeta wan ji me re hiştî ye, bikarin hilgirin. Ciwanên sosyalîst ên ji bo vê rûmetê hilgirin li vir kom bûne û 11’emîn Lijneya me ya Giştî silav dikin.”    ‘TÊKOŞÎNA YEKGIRTÎ GIRÎNG E’     Endamê Meclisa Ciwanan ê Kongreya Demokratîk a Gelan ( HDK) Onûr Basmaci yê dû re axivî jî ev tişt gotin: “Li cihên ku mexdûriyet lê hebin divê îtîraz bê kirin. Îro ji ber wê yekê em dibînin ku tecrîda li Îmraliyê ku di serî de bi têkoşîna çîna siyasî tê destnîşankirin ne tenê tecrîd e. Em dibînin ku li wir rewşeke berxwedanê jî heye. Li gel tecrîda Îmraliyê ku vê têkoşîna çîna siyasî diyar dike û zêdebûna şerê li başûrê Kurdistanê, dibe sedema xizaniyeke kûr, kuştina jinan û qirkirina civakî ya li Tirkiye û Kurdistanê. Her wiha weke bingeha şerê taybet derdikeve pêşberî me. Îro bi boneya lijneya SGDF’ê me dît ku HDK weke hêza pêşeng a birêz Ocalan û têkoşîna yekbûyî ya destpêkê SGDF û bi pêkhateyên wê yên ev yek xist meriyetê re çiqasî girîng e.”  Piştî axaftinan peyamên bi dîmen ên derveyî welat ji lijneyê re hatin şandin hatin temaşekirin. Pişt re rapora xebatên serdema 10’emîn ên federasyonê hatin xwendin.    Di hilbijartina di lijneyê de hatin kirin de  Berfîn Polat û Muslum Koyûncû weke hevserokên nû hatin hilbijartin. Piştî hilbijartinê lijne bi dawî bû.