Li herêma operasyonê mudaxileya li şewatê tê astengkirin 2024-06-23 18:45:55   ÊLIH - Şewata ku li gundê Bilexşeyê yê Kercewsê û herêma Mawa ya Heskîfê ku operasyona leşkerî lê didomin derket, bi hinceta walîtiyê ew der weke “herêma ewlehiyê” îlan kirine, mudaxile tê astengkirin.    Operasyona leşkerî ya di 18’ê hezîranê de li bejahiya gundê Xirbêkûr ê li herêma Çiyayê Mawa yê li navçeya Heskîf a Êlihê hatibû destpêkirin didome. Operasyon ber bi bejahiya navçeya Kercewsê ve hate berfirehkirin.    Li herêmê liv û tevgera hewayî didome. Hate diyarkirin ku li herêma Torî ya li navçeya Kercewsê ji aliyê walîtiyê ve ketin û derketina herêmê hatiye qedexekirin. Gundê Bilexşeyê jî ji aliyê leşkeran ve hate dorpêçkirin. Hate ragihandin ku şewata ku li bejahiyê derketiye ber bi gundê Bilexşeyê ve diçe û gelek wesayîtên agirkujiyê ji herêmê re hatine xwestin. Li gundê ku ketin û derketin lê hatiye qedexekirin, rabûna dû didome. Destûr nayê dayîn ku kes bikeve gund û wesayîtên agirkujiyê jî nehatin.    ŞANDE NEGIRTIN GUND    Li aliyê din şandeya ji DBP’ê û DEM Partiyê hatiye avakirin xwest biçe herêmê. Destûr nedan ku şandeya parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû jî di nav de bikeve gund. Şandeya ku ji ber îlankirina walîtiyê ya herêma ewlehiyê ketina wan hate astengkirin, anî ziman ku şewata li herêmê dest pê kirî nêzî jîngehan bûye.    Şandeyê da zanîn ku li ser windahiya can û mal ji gundan agahiyek bi tenê jî nehatiye wergirtin, bang li rayedaran kir ku bi berpirsyarî tevbigerin.