Li Rihayê barîna barana zêde 2024-06-23 20:03:20   RIHA - Li Rihayê barîna barana zêde û bahoza ku di demekî kurt de bi bandor bûn, bandoreke neyînî li jiyanê kirin û di encamê de gelek dar ketin û mal di bin avê de man.    Barîna barana zêde û bahoza ku li navçeyên Halîliye, Eyubiye û Karakkopru yên Rihayê bi bandor bûn, bandoreke neyînî li jiyanê kir.     Ji ber bahoza ku di demekî kurt de bi bandor bû gelek dar ketin û ceyran çû. Di bahozêde xesar gihişte banê Sîteya Galerîvanan a Kirîn û Firotina Wesayîtan a li Taxa Eyubiyeyê. Ji ber banê hilweşiyayî di gelek wesayîtan de xesareke madî çêbû.    Ji ber barîna baranê ya piştî bahozê gelek kolan di bin avê de man. Ji ber kêmasiya binesaziyê li taxên Suleymaniye, Baglarbaşi û Sîgortayê yên navçeya Halîliyeyê gelek mal di bin avê de man. Av li hin cihan ji aliyê tîmên şaredariyê ve hatin valakirin li hin cihan jî welatiyan bi derfetên xwe ava ketiye malên wan vala kirin.