Li Qerejdaxê şewat derket 2024-06-23 20:37:02   AMED - Di şewata ku li herêma Qerejdaxê ya di navbera navçeyên Xana Axpar û Wêranşarê de derket, zêdeyî hezar donim erd şewitî. Welatiyan bi derfetên xwe agir vemirandin û helîkopterek sewqî herêmê hat kirin.    Li herêma Qerejdaxê ya di navbera navçeya Xana Axpar a Amedê û navçeya Wêranşar a Rihayê de saet di 16:00 de şewat derket, bi hezaran donim erd şewitî. Ji aliyê welatiyan ve agir hat vemirandin û tîmên agirkujiyê û helîkopter sewqî herêmê hatin kirin. Di şewatê de tu windahiyên canî çênebûn, meşhingivên welatiyan û gelek cureyên giya şewitîn.  Hat diyarkirin ku şewat ji ber birûskê derketiye û şewat hatiye kontrolkirin.    Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn û Hevşaredara Xana Axparê Semra Akyuz jî hatin qada şewatê.