Li Dêrikê şewata li baxçe derket belavî zeviya genim bû 2024-06-23 22:59:47   MÊRDÎN - Li navçeya Dêrikê şewata li baxçe derket belavî zeviya genim a palehî lê hatiye kirin bû.    Li gorî îdiaya hate kirin li baxçeyê 30 donim ê li mezraya Hofî ya gundê Xirar ê girêdayî navçeya Dêrik a Mêrdînê ji ber têlên ceyranê şewat derket. Ji aliyê wesayîtên agirkujiyê û TOMA’yê ve mudaxile li baxçe hate kirin. Şewata li baxçe belavî zeviya genim a palehî lê hatiye kirin bû. Mudaxileyî şewatê tê kirin.