Xwebûn bi manşeta ‘Rêgeha me azadî ye’ derket 2024-06-24 07:48:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 236’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Rêgeha me azadî ye’ derket. Rojnameyê nivîsa Felemez Ulug a ku şêwazên çalakiyên pasif rexne dike û balê dikişîne ser girîngiya çalakiyên ji bo azadiyê, derxist pêş.    Rojnameya Xwebûnê ku hefteyê carekê weşanê dike, bi hejmara 236’an derket. Rojnameyê vê hefteyê bi manşeta “Rêgeha me azadî ye” cih da nivîsa nivîskar Felemez Ulug. Ulug di nivîsa xwe de balê dikişîne ser girîngî û wateya çalakiyên kurdan ên ji bo azadiyê û rêbaza çalakiyên pasif rexne dike. Rojnameyê di rûpela jin de, cih da nivîsa Nivîskar Sorgul Şêxo ya bi sernavê “Tîbun ji çekan kujertir e” û bal kişand ser şerê ku Tirkiye bi avê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş dixe. Rojnameyê di hevpeyvînê de cih da nirxandina Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut ên der barê çalakiyên 25’ê hezîranê de. Zumrut, destnîşan dike ku ew ê bi têkoşînê Rêber Apo azad bikin. Rojnameyê cih da nivîsa nivîskar Cîger Efrînî jî bal kişand ser polîtikayên Ingilistan û Tirkiyeyê yên li dijî pêşengên kurdan. Di rûpela kirmanckî de cih da têkoşîna Şêx Seîd a li Kurdistanê û ruhê Şêx Seîd.