Doç. Dr. Yilmaz: Heke em welatekî azad bixwazin divê em pirsgirêka kurd çareser bikin 2024-06-24 09:03:11   ÎZMÎR - Doç. Dr. Zafer Yilmaz bal kişand ku yek ji pirsgirêka herî bingehîn a welat pirsgirêka kurd e û wiha got: “Heke em bixwazin li ser vê axê hemwelatîbûneke azad û serbixwe xeyal bikin, divê çareseriya meseleya kurd jî li navenda vê xeyalê be.”   Desthilata AKP’ê piştî di hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an de cara ewil têk çû tifaqa netewperest û şoven a bi MHP’ê re ava kir, piştî pêvajoya darbeya 15’ê tîrmeha 2016’an bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de (KHK) xurttir kir. Desthilata ku bi MHP’ê re li dijî nasname û baweriyan şer îlan kir, gaveke din a xurtkirina desthilata xwe ya yekperest di sala 2017’an de bi referandûma guhertina destûra bingehîn avêt. Erdogan ê bi rejîma serokatiya nû hate avakirin hemû raye di yek destî de kom kirin herî dawî jî bi biryara di 22’yê gulanê de bi îmzeya xwe weşand rayeya “Îlana Şer û Seferberiyê” da xwe. Desthilata AKP’ê û MHP’ê ya li hundir li dijî siyasetmedarên mûxalîf û rojnamevanan zextê didomîne li der ve jî êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe didomîne. Bi rayeya dawî re sînorê rayeyên Erdogan jî rabû.    Zanyarê siyasî Doç. Dr. Zafer Yilmaz têkildarî atmosfera siyasî ya welat û pirsgirêkên li welat û çareseriya wan ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) axivî.   Yilmaz, bal kişand ser tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê û wiha got: “Wateyeke din a tayînkirina qeyûman a li bajarên ku kurd lê zêde ne heye. Tayînkirina qeyûman dike ku mekanîzmaya rewşa awarte ku mafan bisînor dike berdewam bike. AKP bi vê rêbazê li cihên ku bi hilbijartinên demokratîk têk diçe, çavkaniya rantê ya şaredariyan bikartîne û hewl dide hebûna xwe mûfaza bike.”   Yilmaz di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Kurd weke ku tayînkirina qeyûm a dawî jî nîşan da weke mijara hiqûqa ceza hemwelatî ye lê weke kesekî ku mafên xwe yên siyasî bikartîne beşeke civakî ya hemwelatibûna wî bi awayekî hesan dikare bê rawestandin.”    HILBIJARTINA PÊŞWEXT   Yilmaz ê qala banga DEM Partiyê û CHP’ê ya hilbijartina pêş wext kir ev tişt got: “Tişta ku niha Tirkiye li bendê ye ne hilbijartinên giştî yên pêşwext in, destûra bingehîn e. Ji bo ku Erdogan hem jinûve bibe serok hem jî krîza konsolîdasyonê ya rejîmê derbas bike divê jinûve demokrasiya rast e rast bi rêxistin bike û di pergala hilbijartinê ya serokkomariyê de guhertinan pêk bîne. Zehmet e ku hilbijartineke pêşwext bê şert û mercên ku krîza konsolîdayonê ya rejîmê taloq bike bê rojevê, lê belê divê mûxalefet mîna ku sibê hilbijartinên pêşwext pêk were, amadekariyan bike. Ji bo vê jî divê muxalefet bi lezgînî projeya demokrasiyeke berfireh û komareke nû ya ji bo çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyê pêş ve bibe û bêyî ku li benda atmosfera hilbijartinê be ji bo destpêkeke nû bikeve nav liv û tevgerê. Pêwîstiya Tirkiyeyê bi hilbijartineke pêşwext nîne, lê bi destpêkeke nû heye û hilbijartinên pêşwext bi tenê ji ber ku wê rê li ber vê veke, girîng in. Ji ber vê yekê, li şûna ku mûxalefet tenê daxwaza hilbijartina pêşwext bike, pêwîst e dest bi rêxistinkirina destpêkeke nû bike û kampanyayeke ku karibe îro têxe meriyetê, gav bi gav birêxistin bike. Heke daxwaza hilbijartina pêşwext bêyî amadekarî, çalakî û armanceke bi vî rengî bi cih were anîn, dibe ku ji bo mûxalefeta demokratîk jî encamên neyînî bi xwe re bîne. Heta ku şert û mercên serkeftinê neyên afirandin, ez bawer nakim ku bloka heyî ya desthilatê biçe hilbijartinekê.”   ‘DIVÊ EM XWE JI GUHERÎNA MEZIN RE AMADE BIKIN’   Yilmaz, bal kişand neçareserkirina pirsgirêka kurd û ev tişt got: “Ne çareserkirina meseleya kurd ne tenê tê wateya tunehesibandina mafên kurdan. Bêguman ev beşa herî bi êş a pirsgirêkê ye lê di heman demê de tê wê wateyê ku hemwelatîbûneke ku mafên sivîl û berfireh di nava xwe de dihewîne ji bo sunî, elewî, tirk, nemisilman û hemû beşên din ên civakî neyê fikirandin. Ji ber vê yekê heke em bixwazin li ser vê axê hemwelatîbûneke azad û serbixwe xeyal bikin, divê çareseriya meseleya kurd jî li navenda vê xeyalê be. Ji ber ku çareserkirina vê pirsgirêkê di asayîbûn û sivîlbûna siyasetê de derbas dibe. Divê em li aliyê hevî û pêşerojê bin û ji guherîna mezin re xwe amade bikin.”   MA / Semra Tûran