Dîmenên şewata ji ber têlên ceyranê derketî derketin holê 2024-06-24 09:56:37   MÊRDÎN - Şewata di navbera Amed-Mêrdînê de ji ber têlên ceyranê derket û nîqaşên têkildarî mijarê didomin. Di vê navberê de dîmenên şewata li Dêrikê ji ber têlên ceyranê derketî derketin holê.    Di 20’ê hezîranê de li navçeya Xana Axpar a Amedê û Şemrex a Mêrdînê de şewat derket. Di şewatê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 78 kes jî birîndar bûn. Tê gotin ku şewat ji ber têlên ceyranê yên ku Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) kontrola wan nekiriye derket. Di rewşeke ku ev nîqaş tên domandin de duh li mezraya Hofî ya gundê Xirarê yê Dêrik a Mêrdînê şewat derket. Kêliya derketina şewatê ji hêla kamerayên ewlehiyê ve hatin kişandin. Şewat li herêmekî 30 donimî derket ku piranî darên zeytîn û fêkiyan lê çandî bûn. Kêliya ku şewat ji ber xetên ceyranê derketî hatin kişandin.    Di dîmenan de şewat saet di 16.52’yê de derdikeve. Ji ber hewayî têlên ceyranê bi hev dikevin û çirûsk jê diçin û dikevin nava baxçeyê. Bi çirûskan re şewata li baxçeyê bilind dibe.    DEDAŞ BERPIRSYARTIYA XWE RED DIKE    Hêjayî bibîrxistinê ye ku di şewata li navçeya Xana Axpar a Amedê û Şemrex a Mêrdînê de 15 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn û 78 kes jî birîndar bûbûn. Di şewatê de 924 sewal mirin û qadeke bi firehiya 14 hezar û 900 hektar jî şewitî bû. Şêniyên gundê Tobîniyê îdia kiribûn ku şewat ji ber têlên ceyranê derketiye. Lê DEDAŞ’ê ev îdiaye red kiribû û derheqê kesên ev îdia dikir de serlêdana sûc kiribû.    DEDAŞ, Walîtiya Amedê û Wezareta Tenduristiyê îdia kirin ku şewat ji ber “şewitandina xozanê” derketiye. Cîgirê Wezîrê Karên Hundir Munîr Karaloglû ku li herêmê lêkolîn kir, wiha got: “Em niha nikarin bibêjin şewat teqez ji ber vê sedemê derketiye.”    Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî têkildarî şewatê lêpirsîn da destpêkirin. Di rapora kesê pispor a di dosyayê de hat destnîşankirin ku şewat ji ber têlên ceyranê derketiye. Dozgeriyê jî ev rapor kêm dîtibû.