HUDA PAR’î êriş dikin, polîs temaşe dikin! 2024-06-24 09:57:11   AMED - Midûriyeta polîsan a li Amedê bi hincetên cuda hemû çalakî û aktîvîteyan asteng dike, êrişên komên HUDA-PAR’iyan ên li dijî kargehan û koma reqsê tenê temaşe kir.    Li Amedê di demên dawî de êrişên li dijî kargehan zêde bûn. Komeke olperest û paşverû, bi hinceta berteka li dijî Îsraîla êrişên xwe yên li dijî Filistînî didomîne, şeva 22’yê hezîranê êrişî şaxên Starbucks û Burger Kîngê kir. Rêxistinên sivîl ên civakî bertek nîşanî êrişa bi tekbîran hate kirin dan. HUDA-PAR a têkildarî mijarê daxuyanî da îdia kir ku têkiliya wan bi koma êriş kirî re nîne. Lê êrişên beriya niha li dijî şaxên kargehan ên cuda hatibûn kirin ji aliyê HUDA-PAR’iyan bi xwe ve hatibû kirin. Ne tenê kargeh komeke reqsê jî bûbû hedefa HUDA-PAR’iyan.    Kesên ku di 27’ê cotmeha 2023’yan li ser banga di malpera înternetê ya HUDA-PAR’ê de hate kirin li ber Ceylan AVM’ê hatin bahev, piştî meşê êrişî şaxa Starbucksê ya di nava AVM’ê de kirin. Hin kesên ji Baskên Ciwanan ên AKP’ê jî di nava êrişê de cih girtin.    Komeke HUDA-PAR’î ya di 30’ê cotmeha 2023’yan li ber heman AVM’ê stant vekir, êrişa xwe ya li dijî Starbucksê domand.    ÊRIŞÎ KOMA REQSÊ KIRIN   Di 9’ê hezîranê de dibistana reqsê ya bi navê Swîng Amed li qadeke vekirî aktîvîteya reqsê pêşkeş kir, komeke ji 50 kesan pêk tê êrişî koma reqsê kir.    MIDÛRIYETA POLÎSAN TEMAŞE DIKE!   Nayê zanîn ku têkildarî kesên di nava êrişên li dijî kargehan û koma dansê cih girtine de lêpirsînek hatiye destpêkirin an na. Lê di hemû êrişên dawî de balkêş e ku polîs tu mudaxileyan nake. Tîmên Midûriyeta Polîsan a Amedê ku hemû çalakî û aktîvîteyên li bajêr asteng dike, hem êrişa li dijî Starbucksê hem jî êrişa li dijî koma reqsê tenê temaşe kir.