Kêliya êrişê vegot: Xwestin midûrê kargehê lînç bikin 2024-06-24 10:37:06   AMED - Şirîkê şaxa Burger King a rastî êrişê hatibû Omer Felat Kaya diyar kir ku êriş bi awayekî organîzeyî tên kirin û êrişkaran xwestin midûrê kargehê lînç bikin.    Di 22’yê hezîranê de komekê li Amedê êrişî Starbucks a li derdora Bûlwara Mahabadê ya navçeya Peyasê û şaxa Burger King a li navçeya Sûrê kir. Di dema êrişê de polîsan tu mudaxile nekir. Êrişkaran hinek kesên di kargehê de derb kirin. Şahidên bûyerê dan zanîn ku welatiyên derdorê ji polîsan re pirsa “Hûn çima mudaxile nakin?” kirine û polîsan jî ev bersiv dane: “Heke em bertek nîşan bidin dê bikişînin cihên cuda.” Daye.     ÊRIŞ VEGOT   Şirîkê şaxa Burger Kinga rastî êrişê hatibû Omer Felat Kaya bûyera qewimî vegot. Kaya, da zanîn ku êriş bi awayekî organîzeyî hatiye kirin û gelek caran gef li wan hatine xwarin. Kaya, destnîşan kir ku komeke ji 60-70 kesan pêk dihat êriş pêk anî ye û wiha domand: “Li ser telefona xebatkaran ez hatim kargehê. Dema hatim kargehê, min dît ku komeke ji 60-70 kesan pêk dihat û bi organîzeyî, li mizgeftê kom bûne û piştre ketine restoranta me, dane pey mişteriyan, mase û kursî belav kirin, pivdankên boyaxê avêtin dîwar û pacan û dirûşm berz dikirin. Gefa ‘Dê ev bi îro bisînor nemîne. Dê sibe ev der neyê vekirin. Ev ne ya dawî ye.’ Di kêliya ewil a hatina wan de polîs tune bûn.”    XWESTIN MIDÛRÎ LÎNÇ BIKIN   Kaya, destnîşan kir ku midûrê şaxê bi zor û zehmet ji lînçkirinê xelas bûye û wiha domand: “Wî jî bi saya xebatkaran xwe xelas kir. Polîs û notirvanan bi xwe provakasyona wê komê dît. Heta dema mirûdê restoranta me xwe gihandî kargehê û xwestî mudaxile bike, wê komê xwest lînç bike. Midûrê restorantê jê re got; ‘Ma em ne misilman in? Em li vir pariyê nanê xwe dixwin. Heqê we nîne hûn wiha dikin.’ Dema wisa gotî êrişî midûr kirin. Xebatkarên me jî midûr dibin qata jor û di depoyê de vedişêrin. Bi vî awayî xelas dikin.”    'EW JÎ DIZANIN KU CEZA LÊ NAYÊ BIRÎN’   Bi domdarî Kaya qala gefên li wan tên xwarin kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Beriya niha komeke ji 5 kesan pêk dihat hate vê derê û gotin; ‘Divê hûn vê restorantê bigirin.’ Em bi wan re axivîn û me jê re got ku agahiyên wan xelet û kêm in, tu eleqeya restoranta wan bi şerê Îsraîl-Filistinê re nîne, xebatkarên vir ji xelkê herêmê ne û tiştên tên firotin ne yên Îsraîlê ne. Di roja ewil a cejnê de dîsa hatine lê ez ne li vir bûm. Ji hevjîna min re gotine dê ala Filistînê daliqînin. Em li polîsan geriyan û me îxbar kir. Me got ku divê komek li vê derê be. Kom tune bû lê hevalên memûr çendek saetan carekê dihatin. Ji ber êrişên li dijî gelek deveran, komên mayînde hene. Vê koma provakator jî agahî girtiye bê ka li pêşiya kîjan restorantê kom tune ye. Baş dizanin bê ka dê êrişî ku bikin. Ew jî dizanin bê ka çi sûc e û çi dê di dema lêpirsînê de bi dawî bibe. Provakasyona dikin zirarê nade wan lê zirarekê mezin dide esnafan. Xelk ji ber tirsê nikare bê rûne.”   'POLÎSAN MUDAXILE NEKIRIN’   Kaya, daxuyand ku koma behsa xeberê bi zanebûn hatiye arastekirin û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê têkildarî mijarê serlêdana sûc bikin. Pirsgirêka esasî ev e lê em wisa bawerin ku ev kom ji hêla cihekî ve bi zanebûn tên arastekirin. Li gorî agahiyên xebatkaran dane, fermanên xwe ji cihekî girtine û bi temamî li gorî wê tevgeriyane. Min û midûrê vardiyayê serlêdana sûc kir. Me ji polîsan pirsî bê ka çima mudaxile nekirin û ew kom binçav nekirin. A rast tu bersivek nedan me.”