Li Elkê pêvçûnên dijwar diqewimin 2024-06-24 11:20:28   ŞIRNEX - Hate diyarkirin ku operasyona li bejahiya 3 gundên Elkê hatiye destpêkirin didome û li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin.   Wezareta Karên Hundirîn ragihandibû ku li bejahiya gundên Melêsê û Hemka û Çiyayê Bermal ên girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê operasyona leşkerî ya bi navê "Bozdogan-44" ku dane destpêkirin. Operasyon berdewam dike. Di navbera leşker û hêzên HPG'ê de şerên dijwar diqewimin. Walîtiya Şirnexê çend roj beriya niha ketin û derketina herêmên ku şer lê diqewimin qedexe kiribûn.    Wezîrê Karên Hundir di daxuyaniya xwe ya di 21'ê hezîranê de ragihandibû ku li bejahiya pevçûn lê didome 4 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dane.