Encumenên DEM Partiyê çûn şaredariyê: Me muxatab nedîtin 2024-06-24 13:08:36 COLEMÊRG - Encumenên Şaredariya Colemêrgê yên DEM Partiyê ji bo rojeva civînên meclise ku dê 1’ê tîrmehê bê lidarxistin, diyar bikin çûn şaredariyê. Lê encumenan diyar kirin ku wan muxatab nedîtiye.   Di 3'ê hezîranê de bi biryara Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de hat kirin. Di doza ku ev 10 sal in berdewam dike de Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş hat girtin û 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Piştî vê biryarê encumenên Şaredariya Colemêrgê di 7’ê hezîranê de kom bûn û hevşaredar Viyan Tekçe weke serokwekîla şaredariyê hilbijartin.   RAYEDAR DI BETLANEYÊ DE NE!    Viyan Tekçe bi 12 encumenên şaredariyê re ji bo rojeva civînên meclise yên ku dê 1’ê tîrmehê bên lidarxistin amade bikin çûn avahiya şaredariyê. Encumenên ku ji bo pêşkêşkirina mijarên civînên meclisê çûn şaredariyê, bi hinceta ku rayedar di betlaneyê de ne muxatab nedîtin. Li şaredariyê hat diyarkirin ku der barê encumenan de hê tu biryar nehatiye dayîn û li ser vê yekê xebat didomin.    ‘ME MUXATAB NEDÎT’   Encumenê şaredariyê Şaban Alkan ku li ber deriyê şaredariyê axivî, diyar kir ku piştî betlaneya 9 rojan ji bo peywira xwe bikin hatin avahiya şaredariyê. Alkan bi domdarî wiha got: “Ji xeynî qeyûm me muxatabekî din nedît. Dema em hilbijartî ketin avahiya şaredariyê, em bi bêcidiyetê û bêxizmetguzariyê re rû bi rû man. Me dît ku hemû yekîneyên ku em dixwazin bi wan re hevdîtinê pêk bînin vala bûn û tenê di bin yekdestdariya qeyûm de ne. Endamên meclisa şaredariyan; asta herî jor a mekanîzmaya biryardayînê ya şaredariyan in. Em desteserkirina îradeya xwe û qeyûman nas nakin. Em ê di her 1'ê mehê de mijarên der barê xizmeta gel de diyar bikin û ji bo bicihanîna van xalan civînên xwe pêk bînin. Em ê bi îradeya ku ji gel werdigirin xizmetê bikin. Em ê bi feraseta şaredariya gel hemû kêmasiyên gel ji holê rakin. Di serê her mehê de em ê li şaredariyê bin û vîna gel temsîl bikin. Em ji vê biryarê paşde gav navêjin.”