Platforma Bajêr: Bila têkildarî êrişan lêpirsîn bê destpêkirin 2024-06-24 13:36:37 AMED - Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê xwest têkildarî êrişên li ser Starbucks û Burger Kingê lêpirsîn bê destpêkirin.    Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê têkildarî êrişên li ser Starbucks û Burger Kingê ku 22’yê hezîranê li Amedê pêk hatin, daxuyaniya nivîskî weşand. Hat diyarkirin ku êrişa li dijî van dikanan di bin navê, “Xwepêşandanên protestokirina Îsraîlê” de pêk hatine.    Di daxuyaniyê de êrişên bi vî rengî yên berê ku li Amedê rû dan hatin bibîrxistin û wiha hat gotin: “Me gelek caran banga aqlîselîm kir û me xwest rayedar tevdîran bigirin. Lê di dîmenên êrişan de û beyanên şahidên bûyeran jî didin nîşandan ku tu tevdîr nehatiye girtin. Her wiha polîsan jî ji bo astengkirina êrişkaran tu mudaxile nekiriye. Em carek din van êrişên bi vî rengî şeremzar dikin. Em bang li rayedaran dikin ku tevdîran bigirin û em wan dawet dikin ku dest bi pêvajoya lêpirsînê bikin.”