Li Edeneyê 12 girtî sewqî Girtîgeha Tîpa Y a Sulucayê hatin kirin 2024-06-24 15:29:18   EDENE - Li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a kurkçulerê 12 girtî sewqî Girtîgeha Tîpa Y a Suluca ya Edeneyê hatin kirin.    Hat zanîn ku 12 girtiyên li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Kurkçuler a Edeneyê dihatin ragirtin, di 6’ê hezîranê de sewqî Girtîgeha Tîpa Y a Suluca ya Edeneyê hatin kirin ku nû hatiye vekirin. Hat zanîn ku girtî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin, rojê tenê saetekê derdikevin hewşê û di nav girtiyan de yên kal û pêdiviya wan bi sexbêrkirinê heye jî hene.    Hinek xizmên girtiyan ên çûn girtîgehê, têkildarî mijarê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê dan.    Girtiyên hatine sewqkirin ev in: “Haci Alagaş, Mehmet Emîn Ado, Necmettîn Kipçak, Vedat Bayram, Umît Çakir, Îmran Esmer, Mehmet Çagla, Hasan Şahîn, Mûstafa Ozer û Erbîl Ermegan û 2 girtiyên navên wan nehatin zanîn.”